H’emû nûçe

Xebata Armên Sargsyanê serokk’omar nava qewilên h’alê qeydederda

Admînîstrasîya serokk’omarê Ermenîstanê r’agîhandine,wekî girêdayî belavbûna koronavîrûsêr’a û h’alê qeydederr’a nava girafîka Armên Sargsyanê serokk’omarda û usa jî nava admînîstrasîyayêda sînorkirin û guhar’tin hene.Serokk’omar dîsa bi girafîka xweye berê dixebite, lê formatên xebatê hatine guhar’tinê.Nava admînîstrasîya serokk’omarda sîstêma êlêktronî tê xebitandinê û admînîstrasîya p’ir’anî bi p’êwendîya vîdêoyê hevr’a tên girêdanê, hevdîtinên şexsî kêm bûne.Wextê hevdîtinên xebatê, qanûnên bêqezîyabûnê tên xweykirinê, maske û qinyatên dêzînfêk’sîyayê tên xebitandinê û hevdîtin li ser dûrayê tê xweykirinê.Nava doranên mecalên bêqezîyabûnêda, germa xebatk’ara û mêvana tê kontrolkirinê û li odên avayîda bi matêrîyalên anegor paqijkirin tên mîyaserkirinê.Hinek seredanên li welatên der ji girafîkê hatine derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button