H’emû nûçeSereke

UNİCEF: nedayîna avêye berbi bakûr-r’ohilatên Sûrîyayê r’îska belavbûna vîrûsê zêde dike

Fonda Organîzeya Net’ewên Yekbûîye zar’oka /UNİCEF/ r’êjîma T’irk’îyayê û k’omên piştgirên wan gunek’ar kirîye, bona wê yekê, wekî ava ku diçe berbi Hesekê û dor-berên wê, dane girtinê, r’ûê çida nêzîkî nîv mîlîon merivî dik’evine bin qezîya koronavîrûsê. Ew yek wî çaxî tê kirinê, wextê ku t’emamîya dinîyayê dijî koronavîrûsê şer’k’arîyê dike.Wek’îlê YÛNÎSÊF-yî li Sûrîayê Fran Êkvîza gotîye,wekî stansîya avêye “Alyûk” zyanê k’etîye û ew yek jî gelekî xirabe.Êkvîza daye dîyarkirinê,wekî ew stansîya avê, kanîya avêye h’îmlîye, bona 46O h’ezar merivî, yên ku li bajar’ên Hesekê û dor-berên wê dijîn.Ewî gotîye,wekî obyêktên avê gerekê bi meremê leşkerî yan jî sîyasî nedine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button