SerekeSîyasî

Ç’ekdara gef li Êrdog’an xwerine ku wê beşeke T’irk’îyayê bighînine Sûrîyayê

Dagirkirina Êrdog’ane li Sûrîyayê û piştgirîya ç’ekdaraye li wir gîhande wê derecê, wekî p’areke ç’ekdara derk’ete dijî Êrdog’an.Wana qewil pêşda k’işand, ku ewê beşeke T’irk’îyayê bighînine Sûrîyayê. E’yane wekî du r’oj pêşda leşkerên t’irka 4O ç’ekdarên ku piştgirîya t’irka dikirin, girtibûn, çimkî wana protêsto dikir û de’w dikirin, ku heqê opêrasîyonên leşkerî bidine wan. Me’nîya girtinê ew bû, wekî wana bang kir, ku ewê derbazî alîyê eskerê h’ukumata Sûrîyayê bibin, wê başûrê T’irk’îyayê dagir bikin û bighînine Sûrîyayê û bidine k’urdên Sûrîyayê.Em bêjin,wekî cara e’wlin nîne, ku di navbera ç’ekdara û T’irk’îyayêda konflîktên wî cûr’eyî diqewimin.Me’nî ewe,wekî p’erên wan hatibûne derengîêxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button