H’emû nûçe

Dîsa 58 nexweşên bi koronavîrûsê zêde bûne

Anegorî h’esabên 3O-ê adarê, r’oj seh’eta 11-a, 58 nexweşên bi koronavîrûsê hatine dîtinê.Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Alîna Nîkog’osyanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Ji wan meriva 25 meriv kar’antînêda bûne, lê 31 jî nava p’êwendîyada bûne.Em bîr bînin,wekî anegorî h’esabên duh 424 nexweş hebûn.Lê anegorî h’esabên îro h’ejmara nexweşa gihîştîye 482 merivî.Niha 449 meriv qenc dibin, sê meriv wefat bûne, 3O-î meriv jî qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button