SerekeSîyasî

K’urdên Sûrîyayê e’lam kirine,wekî ew hazir nînin ku dijî koronavîrûsê şer’k’arîyê bikin

K’urdên Sûrîyayê hazir nînin dijî koronavîrûsê şer’k’arîyê bikin û wana ji alîê t’eşkîletên navnet’ewîda alîk’arî nestendine.Derheqa wê yekêda wek’îlê “Şêwira Sûrîyaêye Dêmokratîk” Basam Sak’êr gotîye ” R’îya Novostî”-yê. “Beşên Sûrîyaêye bakûr û r’ohilatê nava h’alekî bi qezîyadanin.Em h’ewecê piştgirîya civaka navnet’ewîne, lê h’etanî r’oja îroyîn me t’u piştgirî û alîk’arî nestendîye. Mecala herêma me t’une, ku em t’êstkirina jî derbazkin, lê derheqa qenckirin û başqekirina nexweşada xeberdan nikare hebe”,-Sak’êr gotîye. Bi gotina wî k’urdên Sûrîyayê eva îdî serê çend h’evtîyaye ku berbir’î Organîzeya Net’ewên Yekbûyî, t’eşkîleta h’emdinîyaêye saxlemîxweykirinê û t’eşkîletên navnet’ewîye mayîn dibin.Feqet h’etanî niha t’u piştgirî û alîk’arî nehatîye stendinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button