H’emû nûçe
R’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîşte 571 merivî

R’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîşte 571 merivî. Nava r’ojekêda r’eqema nexweşa bi 39 merivava zêde bû.H’etanî r’oja îroyîn h’ejmara nexweşên qencbûyî gihîştîye 31 merivî, lê 537 meriv nava wê prosêsa qencbûnêdanin.Li Ermenîstanê ji koronavîrûsê sê meriv wefat bûne.Em bîr bînin,wekî ji 16-ê adarêda li Ermenîstanê h’alê qeydeder hatîye e’lamkirinê û ewê h’etanî 14-ê nîsanê bik’işîne. Hîvîyêne,wekî nava r’êjîmêda dîsa sînorkirinên berk’ wê bêne pêşdak’işandinê.