CivakSerekeSîyasî

Li Kurdistanê ji koronavîrûsê mervek jî wefat bûye

Roja şemîyê li provînsîya Kurdistana Îraqêye Silêmanîyê merivek jî ji nexweşiya koronavîrûsê wefat bûye. Çawa ku serwêrtiya Silêmanîyêye saxlemîxweyîkirinê ragîhandiye, analîzên merivê wefatbûyî dane dîyarkirinê, wekî ew meriv bi koronavîrûsê nexweş bûye. Li Kurdistanê eva êdî merivê sisya ye ku ji koronavîrûsê wefat dibe. Wezîreta Herêma Kurdistanêye saxlemîxweyîkirinê îlan kiriye ku li cem 10 meriva jî ew nexweşî îzbat bûye, ji kîjana 6 meriv ji Hewlêrê, merivek ji Silêmanîyê û sê meriv jî ji Helebcê ne. Hejmara merivên nexweş li Kurdistanê gihîştiye 224 a, ji kîjana 74 meriv êdî qenc bûne. Bi tomerî hildayî, hejmara merivên nexweşe li Îraqê gihîştiye 900 î, ji kîjana 57 meriv wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button