CîhanSerekeSîyasî

Parlamêntvanê YNK: Xala konstîtûsyayêye hejmara 140 î neketiye nava programa Zûrfî

Adnan Zûrfî, teslîmî kîjanî kirine ku hukumata Îraqê sazke, programa hukumatî raberî parlamêntê kiriye. Parlamêntvanê kurd Şêrvan Mîrze gotiye ku Zûrfî xala konstîtsîayêye 140 î nekiriye nava programa xwe. Bi gotina wî, programa ku Zûrfî raberî parlamêntê kiriye ji 16 beşa ye û nava wêda gavên bona şerkarîya dijî koronavîrûsê baş hatine raberkirinê. Şervan Mîrze usa jî gotiye ku nava doranên programê da hatiye biryarkirinê projeya byûcêya sala 2020 î lez bikine nava rojeva parlamêntê û anegorî aminaya hukumata wedelû, li ser hîmê sozên wan, bona hilbijartina xwe hazir bikin. Zûrfî usa jî soz daye nava programa xweda piştgiriyê bide hêzên Asaîşê û Pêşmerga. Adnan Zûrfî daye dîyarkirinê, wekî pêwendiyên wî tevî hukumata Kurdistanê baş in, lê statûsa têrîtoryayên hevraqayîlnekirî û xala konstîtûsyayêye 140 î neketine nava program wî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button