Serokê K’urdistanê bangî civaka navnet’ewî kirîye, ku “Anfala” dijî k’urda çawa k’omkujî naskin.Ev e’lametî ji alîyê Nêç’îrvan Barzanîda 14-ê nîsanê hatîye belavkirinê, çimkî ew r’oj dema salveger’a “Anfal”-ê bû, ya ku dijî r’êjîma Baasê bi serk’arîya dîktatorê Îraqêyî berê Semed H’usêynda hatîye mîyaserkirinê.Nêç’îrvan Barzanî gotîye,wekî salveger’a “Anfalê”-ye 32 demam bûye û gelek şih’îd tên bîra wan, yên ku nava encamên vê k’omkujîyêda şih’îd k’etine.Ewî gotîye,wekî “Anfal” nava dîroka we’dê nihada xirabk’arîya gelekî berk’e.Wî çaxî jin, mêr, zar’ok û kal û pîr hatine berevkirinê û şandine wan cîya, li k’îderê bi massayî dikuştin û paşê bi traktora ew e’rdêda vedişartin.Ji 18O h’ezarî zêdetirî welatîyên K’urdistanê nava encamên wê kampanîyayêda şih’îd k’etin û ev yek bû encamê sîyasîya r’êjîma Baasêye li Îraqê.Bi wê yekêva t’evayî bi h’ezara bajar’ û gundên K’urdistanê hatine wêrankirinê.”Meh’kema Îraqêye here bilind kampanîya “Anfal”-ê çawa k’omkujî nas kir, ya ku dijî merivatîyêye û xirabk’arîya leşkerîye.Em jî bangî civaka navnet’ewî dikin, ku ew jî wî cûr’eyî bikin û wan xirabk’arîya çawa k’omkujî qebûlkin.Em hela hê hestûêyn wan şih’îda diger’in ku berevkin û t’eslîmî axêkin”,-Nêç’îrvan Barzanî gotîye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close