H’emû nûçeSereke

Barzanî girêdayî sala nûr’a êzîdî pîroz kirine

Lîdêrê k’urdî e’yan û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanî girêdayî sala nûr’a êzîdî pîroz kirine û pêr’a jî daye dîyarkirinê,wekî K’urdistanê atmosifêra aşîtîyê xweyî bike. “Girêdayî sala nûr’a ez xwîşk û birayên êzîdî bi dil pîroz dikim, yên li K’urdistanê û li t’emamîya dinîyaê. Ez bo wan xweşbextîyê dixwezim”- Barzanî nava e’lametîya xweda gotîye. Serokê K’urdistanêyî berê usa jî daye dîyarkirinê,wekî Herêma K’urdistanê wê mafên h’emû kesên li K’urdistanê bip’arêze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button