H’emû nûçeSereke

Mistefa K’azimî derheqa progirama xebata h’ukumatêda e’lam kirîye

Mistefa K’azimî yê ku çawa serekwezîr hatîye k’ifşkirinê û gerekê kabînêta Îraqêye wezîra sazke, derheqa progirama xebata h’ukumata xweda daye dîyarkirinê, k’îjanê ewê hazirke. Ew r’astî k’oma nivîsk’ara û r’ojne’mevana hatîye, ku progorama xebata h’ukumatê r’aberke.Wextê r’asthatinê, K’azimî gotîye,wekî pirsa here girîng ewe, ku Îraqê ji hevr’aqayîlnebûna xweyke.Ewî gotîye,wekî ewê usa jî qewilên hatina ŞAY-ye li Îraqê bide dîyarkirinê û wê îzinê nede, ku têrîtorîya Îraqê bibe cîyê hevr’aqayîlnebûnên di navbera ŞAY û Îranêda.Ewî usa jî gotîye,wekî niha ew hevr’axeberdana t’evî alîyên sîyasî derbaz dike û dice’dîne bighîje hevfe’mkirinê, bona ku li parlamêntê h’emû alî qayîlîya xwe bidin.Feqet ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî pirseke sereke jî ewe ku wextê ew qulixa serekwezîrda cîyê xwe bigre, wê h’elkirina krîzîsa êkonomîkî û şer’k’arîya dijî koronavîrûsêva mijûlbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button