H’emû nûçe

Yektîya Avropayê wê 92 mîlîon yêvro çawa alîk’arî bide Ermenîstanê: ew p’ere dikarin serda zêdebin

Yektîya Avropayê wê 92 mîlîon yêvro çawa alîk’arî bide Ermenîstanê, ew p’ere dikarin serda zêdebin.15-ê nîsanê cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Varos Sîmonyan derheqa wê yekêda xeberdaye û serda zêde kirîye,wekî ofîsa cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan t’evî Yektîya Avropayê girêdayî wê pirsêr’a dixebite.”Ji alîyê Yektîya Avropayêda wê 92 mîlîon yêvro piştgirî bê dayînê.Ew piştgirî wê bona cêrge govekabe, bi t’aybetî sîstêma saxlemîxweykirinê, welatîyên ku ji krîzîsê zyanê k’etine û usa jî bîznêsên biç’ûk û navîn”,-Sîmonyan gotîye.Cîgirê wezîrê daye dîyarkirinê: “Piştgirîya wî cûr’eyî didine wan h’emû welata, yên ku h’ewcê wê yekêne. Nava wê doranêda îdî piştgirîya bahê 2O mîlîyard yêvro têr’a hatîye dîtinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button