K’irêkirîyên bin kontrola dewleta t’irkada t’alankirinên binelîyên E’frînê berdewam dikin.T’eşkîleta Sûrîyayêye mafên mêriv r’agîhandîye,wekî k’omên ku piştgirîya T’irk’îyayê dikin dîsa h’ukumî li ser cime’ta E’frînê dikin, wana t’alan dikin, çawa li bajêr’ usa jî li gunda, bona ku binelîyên e’dil ji wan neh’îya derk’evin.Merk’eza mafên mêriv mesele anîne ber ç’e’va.Hatîye r’agîhandinê wekî k’oma bi navê ” Samarkand” ya ku gundê H’ec Qasibê kontrol dike, binelîyên cî şantaj dike û bi destê muxtarê gund p’era ji wana dixweze ku wana bip’arêzin.Wî cûr’eyî k’omên başqe jî hene, yên ku nahêlin ku binelîyên cî e’rdên xwe û darên zeyt’ûnê bêcerkin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Di navbera Îranê û Adirbêcanê de şerekî giran dighîje: pispor19.04.2024, 14:50