H’emû nûçeSereke

Serokê K’urdistanê derheqa piştgirîya xweye hindava prêssa azada îzbat kirîye

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî derheqa piştgirîya xweye hindava r’ojne’mevana û prêssa azada îzbat kirîye û bi wê yekêva t’evayî guman e’lam kirîye,wekî ewê çawa kanîya înformasîyayê û zanebûnaye bi guman bimînin.Nava xebera xweye pîrozbahîyêda, ya p’êşk’êşî 122-salîya weşana r’ojne’ma k’urdîye e’wlin, Barzanî xwestinên here baş e’lamî r’ojne’mevana kirîye û usa jî derheqa salveger’a sazkirina yektîya r’ojne’mevanên K’urdistanê daye dîyarkirinê. Serokê k’urd r’ola r’ojne’mevanaye girîng, ya nava weşandina înformasîyayên derheqa şer’k’arîya dijî koronavîrûsê û met’oden wê nexweşîyêda bilind qîmet kirîye. “Em vê r’ojê wî çaxî didine k’ifşê,wextê ku K’urdistan û t’emamîya dinîyayê dijî qezîya koronavîrûsê şer’k’arîyê dikin. R’ojne’mevana nava vê şuxulk’arîyêda r’ola mezin lîstin û ew layîqî pesindayînêne”,-Nêç’îrvan Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button