H’emû nûçeSereke

Pêşer’ojêda ezê pr’ojeya stratêgîya vî cûr’eyî r’aber bikim:berbir’îbûna Nîkol P’aşînyane 24-ê nîsanê

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan t’evî k’ulfeta xwe Anna Hakobyanê li komplêk’sa Sîsêrnakabêrdêye bîranîna cangorîyên k’omkujîya Ermenî qesidîye. Îsal t’u kesî r’êberîya wan nedikir. Hema li ber heykel Nîkol P’aşînyan bi xeberdan pêşda hat, wextê k’îjanê got: “Cime’ta h’izkirî, welatîyên Ermenîstanê,
Welatîyên K’omara Arsaxê,
Ermenîyên dîyasporayê,
Îro, 24-ê nîsana sala 2O2O-î 1O5-salîya k’omkujîya Ermenî demam bû.Sîayîsya T’irk’îya Osmanîye bi salên dirêj hêna h’ukumata t’irkên cahil sala 1915-a gihîşte bilindaya xwe. R’ûê sîyasîya wane myîaserkirîda, t’emamîya Ermenîstana R’ojavayê ji ermenîya vala bû, mîlîon nîvek welatîyên me hatine kuştinê, bi seda h’ezara ermenî bûne mihacir û ji mafê jîyîna xweye li welatê dîrokî miqûf man. R’ûê k’omkujîya Ermenîda, cime’ta ermenî ne t’enê zyana merivatîyê dît, lê usa jî li ser xwe cîşih’itandin û xeza çandî dît.K’omkujîya ku ji alîyê seroketîya împêratorîya osmanîda hate mîyaserkirinê, ne t’enê dijî cime’ta me, lê usa jî xirabk’arî bû dijî t’emamîya sîvîlîzasîyayê. Sala 1914-a 24-ê nîsanê bû r’oja sîmvolîk bona vê k’omkujîyê, çimkî wê r’ojê bi seda r’ewşanbîrên ermenî, şuxulk’arên dînî û sîyasî bi fermana h’ukumatê hatine girtinê, cîşih’itandinê, kuştinê, yan jî bê ser û berat’e unda bûn. Eva îdî serê 55 salaye, ku em 24-ê nîsanê qedirê bîranîna cangorîyên k’omkujîya Ermenî digrin. Cara e’wlin sala 1965-a bû, wextê ku bi h’ezara ermenî wê r’ojê mecala bîranînê stendin. Seroketîya Ermenîstana Sovyêtê qirar kir, ku bona bîranînê, komplêk’sa vî cûr’eyî çêkin.R’oja îroyîn 3O-î welatên dinîyayê bi r’esmî k’omkujîya Ermenî nas kirine û em r’azalixîyê e’lamî wan h’emû welata, t’eşkîletên navnet’ewî, r’êberên r’uh’anî û dinîyayê dikin, yên ku k’omkujîya Ermenî nas dikin û gunek’ar dikin. R’oja îroyîn lawên cime’ta meye li t’emamîya dinîyayê qedirê bîranîna cangorîyên k’omkujîyêye bêsûc digrin. H’etanî r’oja îroyîn T’irk’îyayê baxşandin nexwestîye.Ewe me’nî,wekî em îro dibêjin, ku em bîr tînin û de’wê dikin.Ev r’oj usa jî tê h’esabê çawa r’oja mîyaserkirina xirabk’arîya dijî merivatîyê.Berê e’wlin ez dixwezim r’azalixîyê e’lamî h’emû welatîyên me bikim, ku wana dîna da qirara h’ukumatê û anegorî wê qirarê pêşda çûn. Îsal bi mîlîona merivên li t’emamîya dinîyaê meşa vîrtûal derbaz dikin.Welatîyên h’izkirî, 24-ê nîsanê bi salên dirêj bûye sîmvola yekîtîya miletîyê û dîssîplînayê, û r’oja îroyîn ew sîmvol gerekê diha qewat bê k’ifşkirinê û ez bawarim, ewê usa jî bibe.Bo wê yekê jî ez dibêjim, bila bijî azadî, bila bijî K’omara Ermenîstanê, bila bijî K’omara Arsaxê, bijî dîsyapora ermenî û em t’evî zar’okên xwe bijîn,wekî em li Ermenîstana aza û bextewarda dijîn û emê bijîn.Em bîr tînin û de’wê dikin”.Paşê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr t’acê kulîlka danîye li ber heykelê bîranînê û t’evî k’ulfeta xwe bejina xwe li ber agirê bîranîna cangorîyên k’omkujîya Ermenî tewandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button