Fêstîvala sînêmayêye onlayne li K’urdistanê e’rzên t’evbûnê qebûl dike
Nava dîrokêda fêstîvala sînêmayêye onlayn li K’urdistanê destpê kirîye e’rza ji wan alîya qebûlke, yên ku dixwezin t’evî fêstîvalêbin.Seroketîya fêstîvalê 23-ê nîsanê e’lam kirîye,wekî êtapa konkûrsêye e’wlin wê h’etanî 2O-ê gulanê e’rza qebûlke. Berpirsîyarê fêstîvalê Qadir Çapîk e’lamî BasNews-ê kirîye,wekî ev t’eşkîldarî bi saya hevk’arîya r’êjîsîyorê k’urd Serk’êş Meh’med û sayta KurdCinema-ê tê organîzekirinê.Wextê fêstîvalê fîlmên janrên cûr’e-cûr’e tên qebûlkirinê, nava wanda fîlmên drama, komêdîya, şer’k’arîyê, r’omantîkayê, fîlmên dokûmêntal û yên mayîn. Fêstîvalê li ser malp’er’a KurdCinema-ê, malp’er’a xwe vekirîye, li k’îderê sînêmatografîst tên t’eglîfkirinê ku nasîya xwe bidine qewilên fêstîvalê û usa jî xebatên xwe r’aberkin.