H’emû nûçeSereke

Koronavîrûs: t’emamîya gundê li provînsîya Silêmanîyê nava kar’antînêdane

Gundê li provînsîya Silêmanîyê, yê Vîlyavê piştî r’oja şemîyê k’ete nava kar’antînê, wextê ku li vir merivekî bi nexweşîya koronavîrûsê hate dîtinê. Ev yek nava doranên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê hatîye mîyaserkirinê, wextê ku r’oja înîyê li provînsîya Silêmanîyê nexweşî li cem du meriva îzbat bû. Hatîye dîyarkirinê, wekî nexweşek van axirîya ji Îranê veger’îyaye li wî gundî.Bo wê yekê jî k’omên anegor şandine li wir û ew gund bi t’emamî kirine nava kar’antînê. Em bêjin,wekî ji destpêka vê vîrûsê li K’urdistanê bi t’emamî hildayî li cem 344 meriva ew nexweşî îzbat bûye. H’etanî niha t’enê çar meriv wefat bûne, lê ji van nexweşa jî 318 meriv qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button