H’emû nûçeSereke

K’urdistanê bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê 17 mîlîyard dînar xerc kirine

H’ukumata Herêma K’urdistanê nêzîkî 17 mîlîyard dînarên Îraqê /nêzîkî 14 mîlîon dolar/ bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê xerc kirine.Derheqa wê yekêda koordînatorê h’ukumata herêmêyî pirsên navnet’ewî Dîndar Zîbarî gotîye. Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî p’ir’anîya wan p’era ji alîyê h’ukumata herêmêda hatîye başqekirinê, lê p’arek jî ji alîyê h’ukumata Îraqê û t’eşkîletên navnet’ewîda hatîye dayînê. Bi gotina Dîndar Zîbarî h’ukumata herêmê bi seda welatîyên xwe ji welatên cuda-cuda bi mecalên xwe anîne K’urdistanê.H’etanî r’oja îroyîn li K’urdistanê 344 nexweş hene, ji k’îjana çar meriv wefat bûne, lê 318 jî qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button