H’emû nûçe

K’îm K’ardaşyan hêrsa miletçîyên t’irka r’akirîye /vîdêo/

Modêla amêrîkî û blogêra e’silê xweda ermenî K’îm K’ardaşyanê hêrsa mileçtîyên t’irka r’akirîye.Întêrnêtêda vîdêok belav bûye, k’îjanêda miletçîyê t’irk hêrsa xwe hindava şikilê K’îm K’ardaşyanêye ji kartonê çêkirî dide k’ifşê, paşê dik’eve avtomaşîna bi alên t’irka û serr’a derbaz dibe.Ji alîkîva ew vîdêo k’en pêşda tîne, lê ji alîkî mayînva jî wê h’iznekirinê û faşîzma nava t’rkada tê k’ifşê.R’ûp’elê T’wîttêrêyî bi navê East Med Monitor-ê ev vîdêo belav kirîye û pêr’a jî nivîsîye,wekî nêoosmanîzm mîkroba vîrûsêye, ya ku mejûyê meriva bi h’iznekirina r’asîstîyêva nexweş dêxe, dîrokê t’evlîhev dike û dîsa k’îsî cînara împêratorîya ku t’une, diger’e, dewsa wê yekê ku ew berbi gulvedan û saxlemîya cime’ta t’irk bice’dîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button