Sîyasî

Nava encamên sê opêrasîyonên k’urdaye li Îraqê, 11 leşkerên t’irka hatine kuştinê

Ajansa ANF-ê r’agîhandîye ,wekî 25-ê nîsanê seh’eta çar û nîvê berbangê, partîzanên k’urd êrîş birine li ser t’abîyên t’irkaye leşkerî, yên li H’evtanînê.Nava encamên opêrasîyonêda neh leşkrên t’irka hatine kuştinê.Xêncî wê yekê sîlih’ k’etine destê partîzana, usa jî sîlih’ên t’irkaye mayîn hatine t’unekirinê. Sê partîzan şih’îd k’etine. 26-ê nîsanê şev seh’eta yek û nîva, partîzanên k’urd êrîş birine li ser qamp’a t’irkaye li ser girê Lelîkanê. Leşkerekî t’irka jî li wir hatîye kuştinê. Partîzanên k’urd zyanê nek’etine.Li Şir’naxê jî 23-ê nîsanê partîzana êrîş birine li ser t’abîyên nêzîkî gundekî. Du leşkerên t’irka jî wextê opêrasîyona li neh’îya Êyzêdînk’ê hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button