H’emû nûçeSereke

Parlamênta K’urdistanê wê ji destpêbûna kar’antînê h’etanî niha cara e’wlin berevbe

Parlamênta K’urdistana Îraqê qirar kirîye r’oja çarşemê berevbe û evê bibe civîna e’wlin ji destpêbûna kar’antînê h’etanî niha. Hatîye r’agîhandinê,wekî parlamêntê pirsên wezîreta p’erwerdê û wezîreta xwendina bilind gotûbêj bike, girêdayî h’alê koronavîrûsêr’a.Nava 24 seh’etên dawîda li K’urdistanê nexweşên bi koronavîrûsê nehatine dîtinê. Bi t’omerî hildayî li K’urdistanê 387 nexweş hebûne, ji k’îjana 332 qenc bûne, lê pênc meriv jî wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button