H’emû nûçeSereke

Bajar’ê Qamişloyê alîk’arîya doxtirîyêye ji alîyê h’ukumata Herêma K’urdistanêda silav dike

Organên saxlemîxweykirinêye li bajar’ê k’urdayî Qamişloyê alîk’arîya doxtirîyêye ji alîyê h’ukumata Herêma K’urdistanêda şandî, ya bona bajar’ê Qamişloyê bilind qîmet dikin. Sedirê şêwira admînîstrasîya avtonome saxlemîxweykirinê Manal Meh’med daye dîyarkirinê,wekî h’etanî niha li herêmê du nexweşên bi koronavîrûsê hebûne. Ewî daye dîyarkirinê, wekî t’enê h’ukumata Herêma K’urdistanê alîk’arîya doxtirîyê daye wan. Meh’med paşê daye zelalkirinê,wekî du merivên ku bi koronavîrûsê nexweş bûne ji herêma Cizîrê der hatine li wir û pêr’a jî bangî alîya kirîye, ku bombebarandinên vê herêmê bidine sekinandinê û alî başbûna h’alê saxlemîxweykirinêyî li qezayê bikin.Em bêjin,wekî pêşda jî Herêma K’urdistanê çar laboratorîyayên mobayl bona alîk’arîyê şandibûne K’urdistana Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button