H’emû nûçe

Dubare nexweşk’etina bi koronavîrûsê li t’emamîya diynîyaê

Li t’emamîya dinîyayê, usa jî li Ermenîstanê, bûyarên dubare nexweşk’etina bi koronavîrûsê îzbat bûne. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê r’agîhandine.Niha bi dereca akadêmî gotûbêjkirin tên derbazkirinê ku gelo nexweşk’etinên dubare dibin yan na, merivek du cara dikare nexweşk’eve, yan na, yan vîr’ûs careke mayîn aktîv bûye? R’oja îroyîn hela hê bersiva vê pirsêye t’am t’une, çimkî vîr’ûsê hela hê aktîvîya xwe kêm nekirîye.Ulmdar li ser wê fikirêne,wekî beşên vîr’ûsêye neaktîv nava organîzmêda dimînin û bo wê yekê jî wextê têstkirinê ew tên dîtinê.Bûyarên wî cûr’eyî li Ermenîstanê jî hebûne,wextê ku nexweşek ji xwe negazine, lê paşê li cem wî, piştî derk’etina ji nexweşxanê dîsa vîr’ûs hatîye dîtinê. Ew bona sekinandina nexweşîyê başqe kirine. Em bêjin,wekî ulmdarên Korêya Başûr hatine li ser wê fikirê,wekî bûyarên wî cûr’eyî ne ku nexweşk’etina cara dudaye, lê p’arçên vîr’ûsê li devê mêriv, yan jî gewirîya mêrivda dimînin û wextê têstkirinê ew tên dîtinê.Bersiva vê pirsêye t’am hela hê t’une û bo wê yekê jî gerekê qanûnên bêqezîyabûnê xweykin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button