H’emû nûçeSereke

Eskerê t’irka cara şeşa ava li ser binelîyên Hesekê dane bir’înê

Nenihêr’î wê yekê,wekî li bajar’ê Hesekê çend merivên nexweşên bi koronavîrûsê hatibûne dîtinê û t’emamîya dinîyaê niha dijî wê nexweşîyê şer’k’arîyê dike, eskerê t’irk ava ku diçe li Hesekê, daye bir’înê.Wana av ji wê stansîyayê bir’îye, ya ku li Serêkanîyêye û bin kontrola eskerê t’irkadane.Serwêrtîya r’êsûrsên avê, ya bajar’ê Hesekê înformasîya derheqa bir’îna avêda îzbat kirîye.Usa jî hatîye r’agîhandnê,wekî xebatk’arên stansîyayê jî nikarin li wir biqesidin, û bo wê yekê jî me’nîya bir’îna avê hela hê e’yan nîne

Zêdetir nîşan bide
Back to top button