H’emû nûçe

Zohrab Mnasakanyan t’evî Yasêk Çapûtovîç bi têlêfonê qise kirîye

Bi înîsîyatîva alîyê Polonîyayê, h’evtê gulanê qisa bi têlêfonê di navbera wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan û wezîrê Polonîyaêyî k’arên der Yasêk Çapûtovîçda derbaz bûye.Wextê qisê, fikir dora h’alê belavbûna nexweşîya koronavîrûsê hatine p’evguhar’tinê.Xeberdan usa jî derheqa hevk’arîya t’evî Yektîya Avropayê çûye.Nava h’emtêk’sta r’ojeva dualîda, serokên Ermenîstanê û Polonîyayêye k’aren der hazirî e’lam kirine, ku hevk’arîya dualî bidine aktîvkirinê.Xeberdan usa jî derheqa hevk’arîya Ermenîstanê û Yekîîya Avropayêda çûye, wextê k’îjanê derheqa girîngîya hevk’arîya r’ohilatêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button