CîhanSereke

R’oja Serk’eftinê çawa karibûne, usa jî nêzîk kirine

Cejina sêbare:azakirina Şûşîyê, sazkirina eskerê p’arastina Arsaxê û serk’eftina nava şer’ê Wet’enîyêyî Mezinda h’eyşt û nehê gulanê li Arsaxê û li Ermenîstanê didine k’ifşê.Vê cejinê bi h’izkirin nava t’emamîya ermenîyên dinîyaêda, li Ermenîstanê, li Arsaxê û nava Dîyasporayêda didine k’ifşê.Serk’eftina 75-sal pêşda ya hindava Almanîya faşîstîyêda aşîtî anî nava t’emamîya dinîyayê û ew yek bû gar’antîya gulvedana dewleta û jîyana mileta. Bi seda h’ezara merivên ji Ermenîstanê û ermenîyên t’emamîya dinîyaê t’evî wî şer’î bûne û emekê xwe kirine nava wê serk’eftinê, bi bahê mêrxasî û dayîna jîyîna xwe. Cime’ta ermenî, ya ku çend dehsalî pêşda k’omkujî dîtibû, careke mayîn r’abû ser p’îya û şer’ê h’emcîhanêyî duda dijî dijmin derk’et. Sala 1992-a jî wextê şer’ekî mayîn, şer’ê azadarîyê û heqîtîyê, dîsa cime’ta ermenî gihîşte serk’eftineke bi sirê, azakirina Şûşîyê. Azakirina Şûşîyêye dîrokî werguhastineke mezin kire nava şer’ê Arsaxê û dawîya şêr’ nêzîk kir.Eva îdî nêzîkî 3O-î salîye, wekî ew şer’ îdî ser hevda hatîye û ev nisileta nû bin e’zmanê e’dilda mezin bûye. Nava qewilên ji koronavîrûsê pêşdahatîda, herdu k’omarên ermenî wê derbazkirina cejinê mîyaser nekin. Lê li Yêrêvanê wê meşa teyara derbazbe, t’evî k’îjanê wê bibin teyarên Mîg-29, SÛ-3O-î, SÛ-25 û h’elîk’opt’êrên Mî-24, MÎ-8. R’aste derbazkirina cejina nayê mîyaserkirinê, lê bîranîna şih’îda dîsa wek berêye, bîranîna wana, yên ku jîyana xwe boy van serk’eftina dan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button