Bahê k’arta k’urdîye lîstikê
Berjewandîya Ermenîstanêye miletîyê û pirsgirêka k’urd nava h’emtêk’sta peymana Sêvrêda
Li r’ex destpêbûna krîzîsa Sûrîyayê r’ola faktora k’urdî carekêr’a mezin bû.Ew yek wê pirsêva girêdayî bû,wekî k’urda destpêkir him bona seroketîya Sûrîyayê û him jî bona opozîsîya Sûrîyayê, usa jî bona qewatên r’êgîyonê û ji r’êgîyonê der h’ewask’arbin, k’îjana cêr’ibandin mecalên k’urda bona berjewandîyên xweye sîyasî bidine xebatê.
H’elkirina pirsgirêka k’urd usa jî berjewandîyên ermenîyava girêdaîye û bona doranên ermenîyaye ulmî h’ewask’arîyê pêşda tîne.R’asthatina bi sirê, ya pr’ojeya t’evayî, ya înstîtûta Ermenîstanêye r’ohilatzanîyê û ajansa dewletêye înformasîyone “Armênprêss”-ê hema p’êşk’êşî pirsgirêka k’urd kiribûn.Xebatk’ara înstîtûtê Tat’êvîk Manûkyanê hema girêdayî vê t’êmayêr’a qewimandinên van axirîyaye girêdayî herêmêr’a û qewatên ŞAY-R’ûsîyayêr’a r’aber kirîye.
“Nava êtapa krîzîsêye e’wlinda, serokê Sûrîyayê Başar Esed qirar kir ku avtonomîya berfire bide qewatên k’urda û ew yek bona wî gaveke here açix bû,wextê wê krîzîsê.Wî çaxî eskerê Sûrîayê ji gund û bajar’ên k’urda derk’etin û ew t’eslîmî k’urda kirin”,-Tat’êvîk Manûkyanê daye dîyarkirinê. Çawa gaveke dijî Enqerê, ya ku piştgirîya opozîsîya Sûrîyayê dikir, Damişqê careke mayîn cêr’iband çawa h’ukumê dijî wê yekê pirsgirêka k’urd bi wek’îltîya PKK-ê bide xebatê.Heleqetîyên berê dîsa hatine dasekinandinê û PKK-ê piştgirtî stend. “Sîlih’kirina PKK-ye li ser sînorê t’irka, li ser r’îya dagirkirina T’irk’îyayê dîwar çêkir. E’yane wekî nava van salada Damişqêr’a li hev hatîye neh’îyên welête bakûr-r’ohilatê kontrolke, carina jî bi piştgirîya sîstêmên k’urdaye cî”,-Tat’êvîk Manûkyanê gotîye.Merk’eza qewatên k’urdaye mayîn ew qewatin, yên ku piştgirîya PDK-ê distînin. Bi gotina Tat’êvîk Manûknyanê wextê ku tu vê yekê ji alîyê êvolyûsîya xwestinên T’irk’îyayêye li herêmê dinihêr’î, tê k’ifşê,wekî seroketîya wî welatî PKK-ê çawa faktora dijî bêqezîyabûna T’irk’îyayêye miletîyê dinihêr’e.Ew yek jî mecalê dide seroketîya t’irka, ku welatê cînar dagirke, yanî bi wê me’nîyê,wekî li wir bazayên PKK-ê hene.Bi vî cûr’eyî ji sala 2O16-a h’etanî sala 2O19-a T’irk’îyayê li ser t’opraxa Sûrîyayê sê opêrasîyonên leşkerî mîyaser kirin.Nava encamên van opêrasîyonada T’irk’îyayê bona xwe sê pirsgirêkên girîng h’el kirin.Ya e’wlin, ewê mecal neda ku qewatên k’urda ji E’frînê h’etanî Derîyaya Medînê berfirebin.Ya duem, ewê nehişt, ku kantonên k’urda bibin yek, ji alîkî mayînva jî hazirîya xweye êkonomîkî, leşkerî û îdêolojîye li Sûrîyayê da mezinkirinê. “Ev yek nava merk’eza sîyasîya T’irk’îyaêye nêoosmanîda îzbat bûye û li Sûrîyayê hatîye h’îmdanînê”,-ewê gotîye.
K’arta k’urdîye lîstikêye bona ŞAY
Destpêka krîzîsa Sûrîyayêda mecalên k’urdaye mezin hebû, lê paşê berne’ma wan hate t’er’ibandinê.P’êşekzan me’nîya here sereke h’esab dike,wekî p’arç’ebûna k’urdaye, yektî t’une, îdêologîya û qewat p’erç’ebûyîne. Li ser wê yekêda usa jî qewatên navnet’ewî, faktorên gêopolîtîkî û tiştên mayîn tên cîwarkirinê.Nava encamên vî h’emû tiştîda k’urdên Sûrîyayê ew mecal unda kirin, yên ku ji sala 2O12-2O16-a hebûn. H’etanî van axirîya jî k’urd li ser xwe guman bû,wekî bêyî h’esabhildana wana nikarin krîzîa Sûrîyayê h’elkin. Sala 2O16-a h’al usa jî bû,wekî k’urda beşa neh’îyên li ser sînorê T’irk’îyaêye mezin bin kontrola xweda xweyî dikirin, xêncî neh’îya Azazê. Paşê çi ku qewimî ne bona berjewandîyên k’urda bû.Donald T’ramp’ê serok qirar kir ku bona ŞAY pirsgirêka Sûrîyayê bigre, k’arta k’urdîye lîstîikê îdî bona ŞAY h’ewask’ar nîbû.P’êşekzan usa jî dibêje,wekî diqewime ku Waşîngtona r’esmî nava şuxulk’arîya h’elkirina pirsgirêka k’urdîda ji cabdarîyê paşda bisekine.Ew dibêje,wekî çetin ku k’urd ji frotana nefta Sûrîyayêye bin kontrola ŞAY-da bibine xweyê p’arê, ya ku kanîya fînansekirinêye h’îmlîye.
Lûsînê Mxît’aryan
[email protected]