H’emû nûçe

H’evt hesp li merk’eza meh’eleke Yêrêvanê:vîdêo

Nava r’ojên kar’antînêda li soqaqên Îtalayê ewqas hindik meriv diçin-tên,wekî dêlfîn û qaz paşda vediger’ine Vênêtîkê. Li Yêrêvanê jî hesp nava bajêr’da diger’in.Şebeqa yekşemê li merk’eza meh’ela Yêrêvanêye Davît’aşênê h’evt hesp diger’îyan û diç’êrîyan. Şikilên van hespa p’êşk’êşvanê progirama têlêvîzîyonêye “Armk’omêdî”-ê Sêrgêy Sargsyan k’işandîye. Li r’ex şikil ewî nivîsîye: “Li Davît’aşênê t’ebyet ewqas paqij bûye,wekî hesp paşda veger’îyane”.Vîdêoya van hespa nava întêrnêtêda lez belav bûye û beşera meriva xweş kirîye.Em bêjin, wekî Sêrgêy Sargsyan nêzîkî wan bûye, ew qet netirsîyane jî û serbara serda bi guhdarî kamêrayê nihêr’îne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button