H’emû nûçe

Armên Sargsyan dixweze welêt nava fikirdarîya têk’nolocîda bide pêşxistinê

Hevaltîya Îtalîyayêye civakî Rai-Radiotelevisione Italiana -ê berne’ma berfire derqeqa Ermenîstanê û pêrspêktîvên têk’nolocîye li welêt hazir kirîye, daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstana ku p’ir’anîya sînorên wê girtîne, dicêr’ibîne nava atmosifêra dîcît’alda pêşda her’e. “Em çûne welatekî usa, li k’îderê yekîtîya Sovyêtê lêk’olînên goveka têk’nolocî t’eslîmî wî welatî kiribûn.Ermenîstanê merivek çawa serokk’omar bijartîye, yê ku ulmdare, bîznêsmên û fîzîke, yê ku dixweze welêtda guhar’tinên mezin bi fikirdarîya têk’nolocî bêne mîyaserkirinê”,-r’ojne’mevana e’yan Barbara Karfanyayê berne’mêda daye dîyarkirinê. Li Ermenîstanê ew r’astî serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, usa jî berpirsîyarên cêrge hevaltîyên têk’nolocîyên înformasîyon hatîye û li merk’eza têk’nolocîyaye “T’ûmo”-ê qesidîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button