SerekeSîyasî

Dêlêgasîya wezîreta pêşmerga wê r’ûê zêdebûna êrîşên DAÎŞ-da bi seredan her’e Beg’dayê

Nava van r’ojên nêzîkda dêlêgasîya wezîreta K’urdistanêye pêşmerga wê her’e Beg’dayê, ku hevr’axeberdana bona hevk’arîya nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-êda gotûbêj bike.Dêlêgasîyayê wî çaxî her’e,wextê ku h’ukumata Îraqêye nû bi r’esmî derbazî xebatêbe.Wek’îlê wezîretêyî pirêssyaê, Babak’ir Ah’med gotîye,wekî dêlêgasîya k’urda û nevsên Îraqîye r’esmî wê fikira dora qewimandinên van axirîyaye li neh’îyên hevr’aqayîlnekirî p’ev biguhêr’in û wê paşê derheqa hevk’arîyêda xeberdin.Ewî gotîye,wekî li neh’îyên hev’aqayîlnekirî êrîşên DAÎŞ-ê zêde bûne, her r’oj binelîyên e’dil tên kuştinê û fêrme tên şewitandinê.R’oja sêşemê, şev, têr’orîsta deştên genim li neh’îya Xaneqînê şewitandine û li K’irkûkê êrîş birine li ser qewatên Îraqêye bêqezîyabûnê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button