Sîyasî

Aparata bêpîlote li Ermenîstanê çêkirî bi açixî hatîye cêr’ibandinê:vîdêo

K’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê r’ûp’elê xweye fêysbûkêda vîdêok belav kirîye, li k’îderê cêr’ibandina aparata bêpîlote ermenî hatîye cêr’ibandinê. “Aparata ermenîye bêpîlot bi açixî êtapa cêr’ibandinêye dawîr’a derbaz bûye.Nava mehên pêşinda ewê îdî bê çêkirinê û wê cîyê xwe nava sîstêma p’arastinêda bigre”,-ewê nivîsîye.Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî avîyasîya xwe didine pêşxistinê, bi nimûnên nûva, yên li Ermenîstanê çêkirî wan cêrga didine t’amkirinê. Zûtirekê aparatên bêpîlote li Ermenîstanê çêkirî wê bik’evine nava cêrga sîlih’ên Ermenîstanê.Diha dereng serekwezîrê Ermenîstnê Nîkol P’aşînyan jî ew vîdêo r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda cî kirîye. Ewî gotîye,wekî çêkirina wan aparata li Arsaxê tê myîaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button