H’emû nûçe

Beşa Hewlêrêye saxlemîxweykirinê derheqa p’êla koronavîrûsêye dudada e’şaretîyê dide

Dêpartamênta saxlemîxweykirinê, ya p’ayt’exta K’urdistana Îraqê-Hewlêrê e’şaretî daye,wekî diqewime p’êla koronavîrûsêye duda destpêbe,wextê k’îjanê dikarin dijwarî pêşda bên.H’etanî niha Herêma K’urdistanê bi açixî dijî wê nexweşîyê şer’ dikir. Li wir 424 nexweş hebûne, ji k’îjana pênc wefat bûne.Bi wê yekêva t’evayî serokê dêpartamênta Hewlêrêye saxlemîxweykirinê Dlovan Meh’med h’esab dike,wekî K’urdistan mînanî berê li ber r’îskêye, çimkî cime’tê guhdarîya hindava qanûnên pêşdak’işandî sist kirine.Ewî daye dîyarkirinê,wekî koronavîrûs hela hê xilaz nebûye û bo wê yekê jî gerekê qanûna xweykin û maska bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button