SerekeSîyasî

Serokbajar’ê Îdirêyî berê hatîye girtinê

H’evtîya derbazbûyî serokbajar’ê Îdirêyî berê, yê ku hatibû binç’e’vkirinê, hatîye girtinê.R’êjîma T’irk’îyayê dîsa sîyasîya berêye dijî k’urda berdewam dike, wek’îlên k’urda ji qulixa derdixe.Serk’arê provînsîya Îdirê Yaşar Akûş peyî wê yekêr’a hate girtinê,wextê ku h’ukumata AKP-ê şaredarîya bajêr’ hilda destê xwe û wek’îlê xwe li wir k’ifş kir.Piştî sê r’oja Akûş şandine meh’kemê û ew nava wa gotî “endamtîya nava organîzeya nelêgalda” gunek’ar kirin.Yaşar Akûş şandine h’ebsa Îdirê.Serokbajar’ekî mayîn Alêym Çelîk hela hê polîsîyayê binç’e’v kirîye.Dîsa du serokbajar’ên mayîn 15-ê gulanê ji qulixa hatine derxistinê, lê îşê wan wê bi cûr’ê sur’î bê lêk’olînkirinê.Du r’oj pêşda jî serokê şaredarîya Mûşê jî ji qulixê hatîye derxistinê û ew jî nava wa gotî “propaganda organîzeya nelêgalda” gunek’ar kirine û ew şandine h’ebsa Mûşêye tîpa Ê. 15-ê gulanê usa jî Qasim Bûdak ji qulixê hatîye derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button