H’emû nûçeSereke
R’ûê zêdebûna nexweşên bi koronavîrûsê dergehê sînor hatîye girtinê
Kanîya înformasîyone li K’urdistanê îzbat kirîye,wekî r’ûê belavbûna nexweşîya koronavîrûsêda sînorê di navbera K’urdistana Başûr û K’urdistana R’ojavayêda hatîye girtinê û ew t’enê bona meremên ariş-vêrişê vekirîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî bona r’êwîya sînor girtîye.Anegorî qirara wezîreta K’urdistanêye k’arên hundur’, dergehê sînor hatîye girtinê û ewê h’etanî şeşê h’ezîranê girtîbe.Ev qirar piştî wê yekê hate qebûlkirinê, wextê ku r’oja yekşemê li Herêma K’urdistanê li cem 1OO merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûbû.