H’emû nûçeSereke

R’êfêrêndûm bona serbestbûna dengê K’urdistanê bû:Barzanî

R’êfêrêndûma bona serbestbûnê, ya ku sala 2O17-a li K’urdistanê derbaz bû, bû dengê herêma ot’onom û cime’ta wê. Derheqa wê yekêda lîdêrê k’urdî e’yan û serokê K’urdistanêyî berê Me’sûd Barzanî gotîye. Me’sûd Barzanî ev e’lametî wextê axavtina xweye p’êşk’êşî sê salîya qebûlkirina qirara derheqa derbazkirina r’êfêrêndûmêda, daye dîyarkirinê. “Îro, h’evtê h’ezîranê, bona cime’ta K’urdistanê r’ojeke dîrokîye, dema ku partîyayên K’urdistanêye sîyasî p’evk’etin, ku bona serbestbûnê r’êfêrêndûmê derbazkin, bona ku xwestina xwe bi mêt’odên aşîtîyê e’lamî dinîyayê bikin”,-Barzanî gotîye. “Ev qirar bû destanîneke giranbiha, ya bona cime’ta Herêma K’urdistanê û ya bi r’ûmet bona wan alîya, yên ku p’oşman nînin ku t’evî qebûlkirina vê qirarê bûn”,-lîdêrê k’urd gotîye.Ewî usa jî r’azalixî e’lamî wan h’emûya kirîye, yên ku bona qebûlkirina wê qirarê p’oşman nebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button