SerekeSîyasî

Îran û Îraq ariş-vêrişa li ser sînor bi r’îya K’urdistanê destpê dikin

Şeşê h’ezîranê cîgirê serokê qeza Îranêye K’urdistanê Xalid Ceferî e’lam kirîye,wekî sûka li ser sînor, ya li Başimaqê, ya di navbera Îranê û K’urdistana Îraqêda careke mayîn xebata xwe destpê dike. Bi gotina Ceferî h’evtîya derbazbûyî dêlêgasîyayên herdu alîya li bajar’ê Îranêyî Merîwanê berev bûne û qirar kirine ku sûka li ser sînor vekin, lê pêr’a jî protokolên sanîtarîyê xweykin. Anegorî qayîlîyê, avtomaşînên barbir gerekê wan t’ûnêlar’a derbazbin, li k’îderê ew tên dêzînfêksîyakirinê. Îran wê yekê belaş mîyaser dike, lê li alîyê K’urdistana Îraqê bona wê yekê gerekê p’ere bêne dayînê. Girêdayî çûyîna-hatina tûrîstar’a, hela hê t’u qirar nehatine qebûlkirinê. Ceferî gotîye,wekî qirarên wî cûr’eyî gerekê bi îzina h’ukumatên Îraqê û Îranê bêne qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button