SerekeSîyasî

Leylê Gyûvên aza berdane

Vêtêrana seyaseta k’urd Leylê Gyûvên, êvara sêşemê aza berdane.Dewleta T’irk’îyayê h’esab dikir wekî p’êwendîyên wê t’evî PKK-ê hene. Leylê Gyûvên piştî deranîna ji parlamêntê t’evî du parlamêntvanên mayîn, hate girtinê.Ew ji partîya Dêmokrasîya Gela çawa parlamêntvana T’irk’îyayê hatibû hilbijartinê.Wî çaxî cezayê girtina şeş sala dane Leylê Gyûvênê. Qirara meh’kemê piştî wê yekê hate qebûlkirinê, wextê ku we’dê girtina wê îdî ser hevda hatibû. Piştî wê yekê şuxulekî nû vekirin, ku giva ew partîya Fehtûleh Gyûlênva girêdaîye. “H’ebsêda bi h’ezara merivên başqe hene. Bo wê yekê jî ez ji azaberdana xwe r’azî nînim. Feqet emê t’evayî şer’k’arîya xwe h’etanî wî çaxî berdewamkin, h’etanî ku k’urd azayê dest neynin”,-Gyûvênê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button