SerekeSîyasî

T’irk’îya planên nava NATO-da, yên p’arastina Avropa r’ohilatê dide girtinê

T’irk’îya planên nûye nava NATO-da, yên li Avropa r’ohilatê dide girtinê.Derheqa wê yekêda agêntîya almanaye DPA-ê r’agîhandîye.Dewsa wê yekê T’irk’îya hîvî ji NATO-ê dike, ku bona berjewandîyên wê piştgirîyê bidinê.Anegorî înformasîyona ajansa almanî, gilî derheqa wê yekêdane, ku dewletên NATO-ê k’omên k’urdaye PYD û YPG çawa organîzasîyonên têr’orîstî naskin, lê cêrge endamên NATO-ê wê yekêr’a qayîl nînin. Seroketîya T’irk’îyayê h’esab dike,wekî “Partîya Yektîya Dêmokratîk” /PYD/, k’oma sîyasîye k’urdên Sûrîyayêye h’îmlîye û hêzên p’arastina gel /YPG/ PKK-va girêdayîne.Feqet merk’eza NATO-ê ev yek şrove nekirîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button