K’urdên Avropayê bi protêstokirinên xweva, yên dijî êrîşên t’irkaye li başûrê K’urdistanê, pêşda tên. K’urdên Myûnstêrê t’evî hevalên xweye ne k’urd bi protêstokirin pêşda hatine û êrîşên T’irk’îyayêye li Maxmûrê, Şengalê û Mîdîyayê gunek’ar kirine. Aktîvîsta gotine,wekî ew êrîş dijî destanînên k’urdane û ew r’oj bi r’oj zêde dibin. Bona bêdengîya dewletên Avropayê û civaka navnet’ewî, k’urda ew şermezar kirine. Protêstokirinên wî cûr’eyî li bajar’ên Ştûtgardê, K’yolnê, Jênêvayê, Syûrîxê û Bazêlê hatine mîyaserkirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close