SerekeSîyasî

Hewlêr kar’antînê berfire dike

R’ûê zêdebûna nexweşên bi koronavîrûsê, h’ukumata Herêma K’urdistanê 18-ê h’ezîranê qirar kir, ku mizgefta, serayên sportê û merk’ezên civakîye mayîn h’etanî yekê tîrmehê bigrin. Ev qanûn wê usa jî bona merk’ezên bedewetîyê, h’ewza, cîyên hêsabûnê û cîyên civakîye mayînbe. H’etanî yekê tîrmehê xêncî dermanxana, merk’ezên doxtirîyê, usa jî merk’ezên ariş-vêrişê wê êvarê ji seh’eta deha h’etanî şebeqê seh’eta pênca girtîbin.Wextê kar’antînê berevbûnên bi masaîye wextê şaya û definkirina wê qedexebin. Li K’urdistanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê carekêr’a zêde bû.Anegorî h’esabên nû, hejmara nexweşaye t’omerî ji destpêka adarê h’etanî niha gihîştîye sê h’ezar 45 merivî, hejmara wefatbûya gihîştîye 82-a.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button