H’emû nûçe

Nenihêr’î vê berxudanê û dijwarîya emê werguhastina berdewam bikin: P’aşînyan

Nava van herdu salên dawîda h’ukumata Ermenîstanê werguhastin mîyaser kirine, bona ku înstîtûtên dêmokratîk sazke.Derheqa wê yekêda wextê vîdêokonfêransa civîna hevk’arîya R’ohilatê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê û werguhastina sîstêma meh’kemê nava r’ojeva medanin.Feqet ce’dandinên me r’astî berxudana doranên r’uşetxurên berê tên.Ewên ku ditirsin, ku hebûna xweye bi r’îya neqanûnî destanî undakin, mecalên prêssayê didine xebatê û me’lûmetîyên fe’ş belav dikin ku cime’t bêaminaîya xwe hindava h’ukumatê bide k’ifşê û ce’dandinên bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê bidine nuxsankirinê.Nenihêr’î van h’emû dijwarîya, emê werguhastina berdewam bikin”,-Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button