SerekeSîyasî

K’urdistan t’ifaqdara ŞAY-ye stratêcîye

Nevsê derecebilind, yê wezîreta ŞAY-yî p’arastinê, yê alîyê k’arên Îraqê Êr’nst Tîykhêrt h’esab kirîye,wekî Herêma K’urdistanê t’ifaqdara ŞAY-ye stratêcîye.Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî dêlêgasîya bi serk’arîya Êr’nst Tîykhêrt qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê guhdarîya h’îmlî hatîye danînê li ser h’alê li Îraqê û girîngîya hevk’arîya di navbera hêzên pêşmerga û eskerên Îraqêda.Tîykhêrt daye dîyarkirinê,wekî r’êformên h’ukumatê, yên nava doranên wezîreta pêşmergada gelekî girîngin. Me’srûr Barzanîyê serekwezîr ji alîyê xweda girêdayî neqewînbûna h’alê li neh’îyên K’urdistanêr’a, ner’ih’etîya xwe daye dîyarkirinê, wan neh’îya, yên ku ji serk’arîkirina Herêma K’urdistanê derin û pêr’a jî daye dîyarkirinê,wekî heyîna mêxanîzma t’evayî, ya di navbera pêşmerga û eskerê Îraqêda wê bona dasekinandin û qewînbûna li herêmê k’ardarbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button