SerekeSîyasî

Li Şvêysarîyayê aktîvîst derk’etine meşê û dijî T’irk’îyayê protêsto dikin

Protêstokirin ji alîyê h’eja jinên k’urde li Şvêysarîyayê hatine t’eşkîlkirinê û ew meş li bajar’ên Bêr’nê, Bazêlê, Cênêvayê û Syûrîxê derbaz bûne.Destên aktîvîstada şikilên wan jina bûne, yên ku wextê êrîşê şih’îd k’etine. Paşê aktîvîst bi axavtinên xweva pêşda hatine.Wana şikyatên xwe dijî êrîşên dewleta T’irk’îyayêye li ser K’urdistanê e’lam kirine.Bang hatîye kirinê, ku h’emû kes bighîjine mîtînga t’omerî, ya ku wê 27-ê h’ezîranê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button