H’emû nûçe

Mînavêjên li Ermenîstanê çêkirî diha r’ast dighîjine nîşangehê

Hejmara mînavêjên ermenîye 82 mîlîmêtrê û hejmara mînaye çêkirî hê ya cêr’ibandinêye, lê hîvîêne wekî ewê paşê bêne çêkirinê.Zûtirekê Ermenîstanê çêkirina wana destpêke. Li ser r’ûp’elê fêysbûka h’ukumatê vîdêo hatîye cîwarkirinê, ya ku derheqa mînavêja û mînada gilî dike, yên ku li Ermenîstanê hatine çêkirinê. “Himberî mînavêjên ku li welatên der tên çêkirinê, yên ermenî diha r’ast nîşangehê dixin”,- sedirê komîtêya senaya leşkerî, ya wezîreta têk’nolocîyên bilind Artyom G’êvondyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button