Şeva 3O-ê h’ezîranê teyarên t’irkaye leşkerî sê gundên neh’îyên provînsîya Dihokêye nêzîkî h’idûd dane ber bomba. Çawa ku pêşda hatibû e’lamkirinê, T’irk’îyayê opêrasîyona berfireye ji hewê û li ser e’rdê dijî partîzanên PKK-ê destpê kirîye. R’ûê wê opêrasîyonêda nava binelîyên e’dilda kuştî hene û gund vala dibin. Vê carê gundên P’îrbalê, Ablaxîyê û Manînîyê dane ber bomba. Derheqa kuştîyada înformasîyon t’unene, çimkî pêşda r’ûê t’unebûna bêqezîyabûnêda, binelîyên gund ji wir derk’etibûn. Teyarên t’irka usa jî ç’îyayê nêzîkî Zaxoyê xistine, r’ûê çida agir dor-bera k’etîye.
Herwiha kontr’ol bike
Close