SerekeSîyasî

Parlamênta Yektîya Avropayê daye dîyarkirinê,wekî hevk’arîya Hewlêrê û Bexdayêye nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê girînge

Parlamênta Yektîya Avropayê daye dîyarkirinê,wekî hevk’arîya Hewlêrê û Bexdayêye nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê girînge, bi t’aybetî li neh’îyên hevr’aqayîlnekirî.Wek’îlê h’ukumata Herêma K’urdistanêyî li parlamênta Avropayê, Dilewar Acgêyî li ser r’ûp’elê xweyî fêysbûkê gotîye,wekî r’oja sêşemê ew t’evî civîna parlamênta Yektîya Avropayêye bi vîdêokonfêransê bûye. Bi gotina wî, wextê r’asthatinê zêdebûna êrîşên DAÎŞ-ye li wan neh’îya, yên ku di navbera Hewlêrê û Bexdayêda bi hevr’a nehatine qayîlkirinê, hatîye gotûbêjkirinê.Ewî serda zêde kirîye,wekî bo wê yekê jî hevk’arîya di navbera pêşmerga û qewatên îraqîyada gelekî girînge bo ku qewînbûn bê xweykirinê.Parlamêntvana usa jî fikir derheqa p’êwendîyên h’ukumata herêmê û h’ukumata fêdêralda p’evguhar’tine, dane dîyarkirinê, ku lazime pirsgirêkên di navbera herdu alîyada anegorî konstîtûsîyayê bêne h’elkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button