H’emû nûçe

85 selefê lêpirsîyara begemîya xwe dane şuxulk’arîya serekwezîrê Ermenîstanê

Li Ermenîstanê 85 selefê wan meriva, begemîya xwe dane şuxulk’arîya Nîkol P’aşînyanê serekwezîr.Derheqa wê yekêda serokê hevaltîya “Êm P’î Cî”-ê Aram Navasardyan gotîye. “Me hîvî ji welatîya kirîye, ku bersiva wê pirsê bidin, ku şuxulk’arîya serekwezîr çi cûr’eyî qebûl dikin.22,7 selefê wan meriva begemîya xwe dane şuxulk’arîya opozîsîyayê, 54,7 selefî begemîya xwe daye şuxulk’arîya parlamêntê, 67,9 selefî şuxulk’arîya h’ukumatê, 79,3 selefî şuxulkarîya serokk’omar, lê 85 selefî dengê xwe daye şuxulk’arîya serekwezîr.Lêpirsîn bi têlêfonkirina hatine mîyaserkirinê, t’evî k’îjana bûne 1OO2 meriv.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button