SerekeSîyasî

K’azimî wê bona dîyaloga stratêcîye di navbera ŞAY û Îraqêda her’e Waşîngtonê

Serekwezîrê Îraqê Mistefa Al K’azimî wê zûtirekê her’e Waşîngtonê, ku dîyaloga amêrîkîya-îraqîyaye stratêcî berdewamke.Serekwezîrê Îraqê wê usa jî pirsa derheqa eskerên amêrîkîye li Îraqê gotbêj bike. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê îraqî E’mer Fayad gotîye. Feqet, bi gotina parlamêntvan, we’dê seredana K’azimî hela hê nehatîye k’ifşkirinê. Paşê serekwezîrê Îraqê wê bi seredanên fermî her’e Avropayê, bona ku p’êwendîyên Îraqêye t’evî welatên Avropayê gotûbêj bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button