H’emû nûçe

Li Ermenîstanê h’alê qeydeder wê dîsa bi mehekêva bê dirêjkirinê: Nîkol P’aşînyan

Piştî civîna h’ukumatê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr e’lam kirîye,wekî 13-ê tîrmehê, piştî serhevdahatina h’alê qeydeder, r’êjîma h’alê qeydeder wê dîsa bi mehekê bê dirêjkirinê. “Bêguman, em fe’m dikin,wekî em nikarin we’dê h’alê qeydeder hema usa dirêjkin.Heger ev h’mû tişt vî cûr’eyî pêşda her’e, emê dîsa carekê jî bidine dirêjkirinê”,- ewî gotîye. P’aşînyan usa jî daye dîyarkirinê,wekî nava vî we’deyîda h’ukumatê bicêr’ibîne nava qanûna Ermenîstanêye h’alê qeydederda guhar’tina bike,wekî piştî r’êjîma h’alê qeydeder, h’ukumat bikaribe sîyasîya dijî vîrûsê pêşda bibe. “Belê, em gotûbêj dikin wekî em nikarin hema usa we’dê h’alê qeydeder bidine dirêjkirinê.Ew yek pirsgirêke bona me h’emûya, lê ji alîkî mayînva jî em nikarin h’alê ji koronavîrûsê pêşdahatî h’esab hilnedin”,- serekwezîr gotîye.Em bêjin, ji 16-ê adarêda li Ermenîstanê h’alê qeydeder hate e’lamkirinê û ji wî çaxîda ew h’al hatîye dirêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button