SerekeSîyasî

Wek’îlê eskerê K’urdistanêyî fermî: em nêzîkî îmzekirina peymana t’evî Bexdayêne

Wek’îlê wezîreta K’urdistanêye pêşmerga gotîye, wekî h’ukumata Herêma K’urdistanê û h’ukumata Îraqêye fêdêral nêzîkî îmzekirina qayîlnivîsarêne.H’evtîya derbazbûyî dêlêgasîya wezîreta pêşmergaye derecebilind çû Bexdayê û li wir gihîşte qayîlîya e’wlin.Hevr’axeberdan çend meha k’işandin, wextê k’îjana h’îmlî pirsên derheq têrîtorîyayên k’urdaye hevr’aqayîlnekirî, pirsên byûcêyê û fînansa û şer’k’arîya dijî têr’orîzmê dihatine gotûbêjkirinê. Bi gotina wek’îlê wezîreta pêşmerga Bek’ir Fakê, K’urdistan nêzîkî îmzekirina peymana t’evî Bexdayêye û heytehola îmzektrinê wê wextê seredana dêlêgasîya Îraqêye li Hewlêrê derbazbe. Ajansa “BasNews”-ê r’agîhandîye,wekî dêlêgasîya wezîreta Îraqêye p’arastinê wê h’evtîya tê bê Hewlêrê ku hevr’axeberdana berdewamkin û diqewime wî çaxî hevr’axeberdan ser hevda bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button